Sedir: Îraq xwe bo ti kesekî naçemîne

dibêje bila Îran Îraqê ji aloziyan dûr bixe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îraq nakeve bin barê ti kes û aliyekî.

Piştî ku duhê bi şev li Bexdayê alozî derketin û rewşa Bexdayê hinek aloz bû, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek belav kir.

Sedir di peyama xwe de diyar kiriye ku Îraqê xwe bo ti kesekî ji bilî xwedê naçemîne û nakeve bin barê ti kes û aliyekê.

Sedir di peyama xwe de eşkere kiriye ku Îraq bûye qurbanê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê û ew aloziyên han jî zirarên mezin dane Îraqê.

Nav hatî aniye ziman ku niha dem ne dema bêdeng bûnê ye. Jiber ku Îraq bûye qada aloziyên siyasî û leşkerî û gelê Îraqê jî hatiye parçekirin.

Sedir nivîsandiye: Daxwaz ji Îranê cîran û hêja dikim ku Îraq neke qada aloziyên xwe yên li gel welatên din bi taybetî Amerîkayê.

Weke tê zanîn bi berdewamî çekdarên ser bi Îranê êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dikin.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.