Serok Barzanî bi boneya cejna jidayibûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir

dibêje mesîhî pêkhateyeke resen yên Kurdistanê ne.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh (silavên xwedê lê be) peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî mesîhiyên herêma Kurdistanê, Iraq û Cîhanê kir.

Di wê peyamê de Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh (silavên xwedê lê be), pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên mesîhî yên li herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku rojên cejna xwe di rewşeke aram û bextewer de derbas bikin. Mesîhî pêkhateyeke girîng û resen a civaka Kurdistanê ne û bi pêkhatên din re roleke giring di ber bi pêşvebirina civaka kurdistanê de dîtine û Herêma Kurdistanî jî li navçeyê bûye malbenda pêkvejiyana netewî û olî.

Herwiha Serokwezîr Barzanî aşkere kiriye: Di vê boneya pîroz de, pabendbûna xwe ji bo kûrkirin û xurtkirina çanda lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatan de dubare dikin ku ew jî yek ji şanaziyên herêma Kurdistanê ye. Hêvîdar im hatina vê cejinê û sersala nû, bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê û bidawîbûna qeyran û nehametiyan li Kurdistan û cîhanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.