Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan kir.
Bi minasebeta salvegera ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî mesîhiyan kir ku ew jî tekesta vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi minasebeta sersala nû ya zayînî û salvegera ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, hêviya şadî û bexteweriyê bo wan dixwazim.
Bi vê minasebeta han tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane û biratî di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de dikim, hêviya vê yekê jî dixwazim ku xuşik û birayên me yên mesîhî tevahiya cejn û boneyên xwe di xweşî, şadî û aramî de derbas bikin.
Hêvî dikim ew minasebeta han destpêkek be bo rizgar bûna mirovatî ji sitem û nexweşiyan, aştî, aramî û pêşkeftin li devera me û cîhanê de zal bibe.
Mesûd Barzanî
24/12/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin