Serokê partiya Seadetê daxwaza cîhbicîh kirina biryara DMME dike

rayedarên Tirkiyeyê ew biryara han red dikin.
کوردستان TV
100%

DMME biryara azad kirina Selahedînê Demîrtaş da bû.

Beriya du rojan dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê yaku bi DMME tê nasîn, derbarê doza Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de biryara xwe dabû û daxwaza azad kirina Demîrtaş kiribû.

DMME gotibû ku ti hinceteke destûrî bo girtina Demîrtaş tuneye.

Lê rayedarên Tirkiyeyê bi taybetî Serokkomarê Tirkiyeyê ew biryara han red dike.

Li ser vê biryarê Serokê paratiya Seadetê Temel Karamollaoğlu ragihand ku eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê vê demê lazime Tirkiye birayên DMME cîhbicîh bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.