Civata wezîran civiya

çend biryar hatine derxistin.
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Kurdistanê ti hincetek bo Bexdayê nehêştiye.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 23/12/2020 di civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê de bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr, di destpêka civînê de me spasiya hewlên şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federalî kir ku du hefteye li Bexdayê bû û çend civîn û hevdîtin li gel rayedarên hikûmeta federalî pêk aniye.

Me balkêşande ser vê yekê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ti hincetek bo hikûmeta federalî nehêlaye û tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye bo gehêştin bi rêkeftineke dadmend ku maf û şayisteyên herêma Kurdistanê dabîn bike.

Me tekez li ser vê yekê kir ku em bi ti awayî dev ji mafên reva yên xwe ber nadin, mixabin babeta bûdce û şayisteyên darayî kirine weke kareteke zext lê kirina siyasî li dijî xelkê herêma Kurdistanê.

Me herwiha daxwaz kir daku ji niha û pêda Netewên Yekgirtî weke aliyê sêyem beşdar be di danûstandinên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, bo ku maf û erkên her aliyekê diyar bin.

Di berdewamiya civînê de şanda danûstandinkar behsa hevdîtin û civînên xwe yên li gel rayedarên hikûmeta federalî li Bexdayê kir û ragihand ku sedema serdana han dabîn kirina maf û şayisteyên darayî yên xelkê herêma Kurdistanê û mûçexoran bûye. Şanda danûstandinkar herwiha behsa çawetiya rêkeftinê li ser para herêma Kurdistanê di bûdceya 2021an ya Îraqê de kir ku civata wezîran ya Îraqê pejrandiye.

Şanda danûstandinkar herwiha behsa naveroka danûstandinên xwe yên derbarê proje bûdceya tîje kirine kurt anîna bûdceyê ( deynan) kir û anî ziman ku armanca serdana wan bo Bexdayê cîhbicîh kirina ew proje qanûnê bû ne nîqaş kirin li ser proje qanûnê.

Ew mercên ku bo herêma Kurdistanê hatibûn diyarkirin ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatine cîhbicîhkirin, lewre ti hincetek nemaye bo nedana para herêma Kurdistanê.

Jiber vê çendê di civînê de tekez hate kirin ku lazime civata wezîran ya hikûmeta federalî, di demeke nêz de para herêma Kurdistanê li gor qanûnê bişîne, herwiha me ew yek bi girîng zanî ku encamên danûstandinê û hewlestên dawî yên berbpirsên Bexdayê pêşkêşî parlementoya Kurdistanê, raya giştî ya herêma Kurdistanê û aliyên siyasî werinkirin,

Di beşa dudiyan ya civînê de her yek ji wezîrên darayî û abûrî û pilandanan têbîniyên xwe yên derbarê dahat, mesrefan û kurt anînê li herêma Kurdistanê de, di sala 2021an de û amadekariyên aliyên têkildar bo amade kirina proje bûdceya 2021an ya herêma Kurdistanê  pêşkêş kirin û pişt re jî piştî nîqaşeke berfire çend pêşniyar derbarê sazmandehî kirina xerciyan, bac û dahatên herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

Derbarê bilind bûna buhayê dolara Amerîkî li hember dînarê jî aliyên têkildar hatin pîwerdarkirin daku bi cidî wenêrînê bo bazarê bikin û sînorek bo bilind nekirina nirxan deynin, ku hinek alî dixwazin ji vê yekê fêde bikin û nirxan giran bikin û bargiraniyeke zêdetir bixin ser xelkê herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser Koronayê û belav bûna cureya nû ya Koronayê li herêma Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de wezîrê tendirostî raportek pêşkêş kir û biryar hate dayîn daku rêkarên tendirostî yên bo xweparastinê li cîhên giştî, fermangehên hikûmet û kerta taybet de werin tundtirkirin.

Herwiha bi minasebeta cejna kirîsmes û sersala nû ya meshî ve jî pîrozbayî pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi taybetî xuşk û birayên mesîhî hate kirin û biryar hate dayîn daku ji roja 27ê meha 12 ya sala 2020an heta 2 meha 1 ya sala 2021an dam û dezgehên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê werin daxistin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.