Duhê bi şev pêla befir barînê li Kurdistanê destpê kiriye.
Duhê bi şev pêleke serma û zeqemê berê xwe daye Kurdistanê û ew pêla han hîn jî berdewame.
Di çarçoveya pêla han de tevahiya deverên bilind û çiyayî yên Kurdistanê jiber barîna befira zêde spî bûne.
Biryare ew pêla han heta roja pêncşemê bidome.
Meterolojiya Kurdistanê dibêje li deverên bilind û çiyayî berfir barîn berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin