Bo sersala nû ti aheng nayên organîzekirin.
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê, Mesûd Kareş ragihand ku îsal jiber hatina sersala nû ti aheng û çalakiyek li Hewlêrê nayê organîzekirin.
Mesûd Kareş diyar kiriye ku jiber belav bûna Koronayê îsal li Hewlêrê ti aheng û çalakiyên pîrozbayî kirina sersala nû nayên organîzekirin.
Kareş eşkere kiriye ku îzn jî nadin ti aliyekê ku ti aheng û çalakî organize bikin û ew yek jî tenê bo parastina selametiya xelkê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin