Tirkiye 5 miliyar dolar dide Îraqê

dibêje emê rê nedin kes rewşa Îraqê têk bibe.
کوردستان TV
100%

Ew pere bo dûbare awedan kirina Îraqê ye.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku di çarçoveya serdana xwe y abo Tirkiyeyê de, rayedarên Tirkiyeyê jê re gotine ku Tirkiye amadeye di her warî de hevkariya Îraqê bike.

Kazimî diyar kiriye ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jê re gotiye ku bo dûbare awedan kirina Îraqê Tirkiye amadeye ku bi qasî 5 miliyar dolaran hevkariya Îraqê bike.

Kazimî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa êrîşên rojên derbasbûyî yên li Bexdayê jî kiriye û gotiye ku armanc ji wan êrîşan tirsandina xelkê Îraqê û têk dana rewşa Îraqê ye lê hêzên ewlekarî yên Îraqê rê nadin ti kes û aliyek ku rewşa Îraqê têk bide û welatiyên Îraqî bitirsîne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.