Seminar di navbera wezareta Şaredarî û ajansa JICA ya japonî de hate organîzekirin.
Di semînara han de yaku bi awayê onlîne bûye, wezareta şaredarî ya hikûmeta Kurdistanê û ajansa nav hatî behsa çend projeyên girîng yên taybet bi avê yên ku biryare ji aliyê ajansa JICA ve hatine cîhbicîhkirin û tên cîhbicîhkirin hate kirin.
Her di heman semînarê de yaku nunerên çend wezaret û kompaniyên din yên Japonî jî têde beşdar bûne, wezareta şaredarî ya herêma Kurdistanê daxwaz ji kompaniyên Japonî kiriye daku li herêma Kurdistanê dest bi cîhbicîh kirina projeyên xwe bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin