Amerîka berpirsiyarê êrîşan diyar kir

tenê du welatiyên medenî birîndar bibûn.
کوردستان TV
100%

Dibêje komên çekdar yên ser bi Îranê ew êrîş pêk anîne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo derbarê êrîşên duhê bi şev yên bo ser navçeya Kesik û balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand ku ew êrîşên han ji aliyê komên çekdar yên ser bi Îranê ve hatine kirin.

Pempeo eşkere kiriye ku careke din çekdarên ser bi Îranê û yên ku Îran raste rast piştîvaniya wan dikin êrîş kirine û di encam de du welatiyên medenî yên Îraqê birîndar bûne.

Nav hatî diyar kiriye ku gelê Îraqê hêjayê vê yekê ye ku êrîşkar werin girtin û dadgehî kirin.

Weke tê zanîn duhê bişev êrîş pêk hatibûn û ji bilî birîndar bûna du welatiyan ti zirarek li pey xwe ne anî bûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.