Karên rakêşana xeta şemendeferê destpê dikin

Tirkiye û Îraqê bi hevre girê dide.
کوردستان TV
100%

Bexda û Mûsilê bi Tirkiyeyê ve girê dide.

Wezîrê veguhastinê yê Îraqê Nasir Bender ragihand ku projeya rakêşana xeta şemendeferê ya Îraq û Tirkiyeyê destpê dike.

Nasir Bender eşkere kiriye ku di demeke nêz de karûbarên pêwîst yên bo rakêşana xeta şemendefer ya Bexda bo Mûsilê û ji wir jî bo Tirkiyeyê destpê dikin.

Nav hatî eşkere kiriye ku heta du mehên din beşê herî zêde yê rakêşana xetê tê amadekirin û ew cîhên ku ji aliyê DIŞIê ve jî hatibûn wêran kirin dîsa têne nûjenkirin.

Bender behsa vê yekê kiriye ku rakêşana xeta han dibe sedema girêdana bendera Faw ya li Besreyê bi Tirkiyeyê ve û ew yek jî vê gelek fêde bide her du welatan.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.