Muqteda Sedir: Bankên Îraqê di destê gendelkaran dene

dibêje ew biryar zirarê dide xelkê Îraqê.
کوردستان TV
100%

Sedir huşdarî dide rayedarên Îraqê.

Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê biryara bankaya navendî ya Îraqê ya bo bilind kirina buhayê dolarê li hember dînara Îraqî huşdarî da rayedarên Îraqê.

Sedir eşkere kiriye ku ew biryara han ne di berejwendiya welatiyên Îraqê deye û ew yek îsbat dike ku bankaya navendî û tevahiya bankeyên din yên Îraqê di destê gendelkaran de dîlin.

Sedir eşkere kiriye ku lazime hikûmet û parlemen bo derbas kirina welat ji qirîza heyî hewlên xwe bi tevger bikin û dabezandina buhayê dînara Îraqê kême û zirarê dide welatiyên Îraqê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.