Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.
Bi minasebeta cejna ( Rojû) ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ew jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta cejna Rojû ya xuşik û birayên Êzidî pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û tevahiya cîhanê dikim, hêvî dikim ew cejna han bibe sedema destpêkeke nû û aramî bo tevahiya xuşik û birayên Êzidî, nemana êş û azar û stem û karesta ku derheq bi Kurdên Êzidî hatine kirin.
Her bi vê minasebeta pîroz tekez li ser biratî, bihevre bûn, berfire kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên olî û tenîkî yên Kurdistanê de dikim.
Cejna we pîroz be bimînin di nava xweşiyê de
Mesûd Barzanî
17/12/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin