Tirkiye tevahiya xalên çavdêrî vala kiriye

ew xal di dema operasiyona Esed de ketibûn bi kontrola Esed
کوردستان TV
100%

Ew xalên çavdêrî li derdorê Îdlibê bûn.

Li gor jêderên çapemeniyê, hikûmeta Tirkiyeyê tevahiya xalên xwe yên çavdêriya leşkerî yên li derdorê Îdlibê vala kiriye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku piştî agirbesta taybet bi Îdlibê, hikûmeta Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî ji wan xalên çavdêriya leşkerî yên ku di dema êrîşên rejîma Esed de ketbûn bin kontrola hêzên Esed derxistiye.

Ew xalên han yên çavdêriya leşkerî beriya agirbestê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn çêkirin.

Li ji aliyeke din ve jî Tirkiye rojane çek û cebelxane bo artêşa xwe û komên çekdar yên li derdorê Îdlibê dişîne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.