Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 70 kesên din bi koronayê ketine

10 berketiyên Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên çûyî de 70 kesên din bi koronayê ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand ku tê de di 24 saetên dawî de hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û hejmara kesên bi koronayê mirine li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi koronayê mirine, 3 mêr ji Hesekê ne, 2 mêr ji Şehbayê ne, 2 mêr ji Kobanê û Amûdê ne, 3 jin ji Qamişloyê, Kobanê û Holê ne.

Mistefa bi bîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 70 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 40 mêr in û 30 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 4

Dêrik: 11

Amûdê: 1

Girkê Legê: 1

Tirbespiyê: 2

Reqa: 3

Tebqa: 22

Minbic: 3

Dêrazorê: 13

Kobanê: 5

Şehba: 4

Herwiha Mistefa da zanîn ku ji nav pêketiyên koronayê 2 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 7 hezar û 651 kesan, ji nav wan 251 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 89 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.