Wezîrên derve yên Îraq û Tirkiyeyê civiyan

sibê jî Serokwezîrê Îraqê serdana Tirkiyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Îraqê duhê serdana Tirkiyeyê kiribû.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Enqereyê de, îro çarşem wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû civiya.

Di civînê de her du alî behsa çend mijarên girîng û hevbeş yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kirine.

Wezîrê derve yê Îraqê duhê bi mebesta organîzekirina amadekariyên taybet bo serdana Serokwezîrê Îraqê, ya bo Tirkiyeyê serdana Enqereyê kiribû û biryare sibê pêncşem, Serokwezîrê Îraqê jî serdana Tirkiyeyê bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.