Li Kurdistanê nêzî 250 kesên din bi Koronayê ketin

11 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê li Kurdistanê de belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 248 kesên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 130 kese.

Di heman demê de 497 kes baş bûne û 11 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 99 hezar û 749 kes bi Koronayê ketine, 63 hezar û 719 kes baş bûne û 3 hezar û 267 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.