Li Hewlêrê kongreya odeyên bazirganî yên Îraqê destpê kir

kongre du rojan didome.
کوردستان TV
100%

Têde Serokên 18 odeyên bazirganî beşdarin.

Îro li Hewlêrê bi beşdariya 18 Serokên odeyên bazirganî yên Îraqê kongreya odeyên bazirganî yên Îraqê destpê kir.

Di destpêka kongreyê de Serokê komîteya hêlbirînê ya Kurdistanê Mihemed Şukur ragihand ku kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi kerta taybet û pir reng kirina çavkaniyên dahatê dide û bo vê yekê jî gelek gavên pêwîst avêtiye.

Nav anî ziman ku hikûmet gelek jî karasanî bo bazirgan, pîşesaz û sermayedaran kiriye daku bikaribin bi asanî projeyên xwe cîhbicîh bikin.

Di berdewamiya kongreyê de Serokê odeyên din yên bazirganî yên Îraqê gotarên xwe pêşkêş kirin û balkêşandine ser pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê û xwesteke xwe ya bo kar kirinê li Kurdistanê diyar kirin.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.