287 kesên din bi Koronayê ketine

13 kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hêdî hêdî hijmara pêketiyan kêm dibe.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 287 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Dihukê ye ku 150 kese.

Herwiha hate diyarkirin ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 163 kes baş bûne û 13 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 99 hezar û 501 kes bi Koronayê ketine, 63 hezar û 222 kes baş bûne û 3 hezar û 256 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.