Mesrûr Barzanî: Hikûmet piştîvaniya Xwepîşandanê dike

dibêje, ewin ku bi çek êrîşî ser navendan dikin û dişewitînin ji derve hatine.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî presskonferansek lidar xist û behsa çend mijaran kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştîvaniya xwepîşandanên aştiyane dike û herwiha erkê hikûmetê ye ku aramî û asayîşê jî biparêze

Mesrûr Barzanî diyar kir ku mixabin di nava çend rojên derbasbûyî de, li Silêmanî û derdorê xwepîşandan hate kirin lê, hin alî û derdor destê xwe xistin nava xwepîşandanan û amanca xwepîşandanan guhertin û pere bi bûyerên nexwestî û tundûtîjî dan, ew yek nayê qebûlkirin, şewitandin û wêran kirin ne bi wateya daxwaz kirina mafane.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku kêşeya me netenê kêşeya kêşeya pere û bûdce û mûçeyêye, belku kêşeya me gelek mezintir ji wane û kêşeyeke netewiye.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê xizmetkarê xelkê Kurdistanê ye, ewin ku îdîa dikin di eniya gel dene, bila werin kerem bikin jiber ku hikûmet yekem kese ku di eniya gel deye.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku hikûmet rê nade ku Xwepîşandan ji aliyê hin kesan ve were bikaranîn û karên têkderane bikin.

Barzanî eşkere kir ku em weke hikûmet li hember rexneyan berpirsiyarin û li hember ew kesên ku li malên xwe de jî bi dilgiranî li rewşê dimîzinin berpirsin.

Barzanî anî ziman ku di xwepîşandanên rojên bûrî de tenê êrîşî ser hikûmet û navendên hikûmetê nehatiye kirin belku êrîşî ser navendên aliyên siyasî jî hatiye kirin û ew yek îsbat dike ku ew ne xwepîşandane, belku êrîşeke li ser pêgeha herêma Kurdistanê lewre lazime her kes hişiyar be, êrîş kirine ser kesûkarên şehîdan, bêrêziye, nayê qebûlkirin, şewitandina qayîmiqamî, navendên tendirostî û perwerdeyî û navendên elektirîkê bi ti awayî ne di xizmeta xelkê deye, belku amancên din li pişt wane, kî wan karan dike? Ew kesên ku dest bi karên tundûtîjî kirine, tundûtîjxwazin û ji derveya herêmê jî hatine, pêşmergeyek ku hatiye şehîdkirin bi çekên qenas hatiye şehîdkirin, lazime ew yek bo me diyar be ku ewin ku wan karan dikin dixwazên destkeftên xelkê ji nav bibin lewre erkê me hem weke hikûmet û him weke aliyên siyasî û xelk, berevanî ji destkeftiyên xelk bikin. Ewin ku bi çek êrîşî ser navendên aliyên siyasî, navendên hikûmetê û xelk û xwepîşanderan dikin, xwepîşander nîn belku ji derve hatine.

Serokwezîr diyar kir ku emê hewl didin bo dabîn kirina jiyaneke baştir bo xelkê Kurdistanê, her îro şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê diçe Bexdayê bo dabîn kirina şayisteyên darayî û destûrî yên xelkê Kurdistanê. Kêşeya abûrî ne tenê kêşeya herêma Kurdistanê ye, belku kêşeyeke Îraqê û heta kêşeyeke cîhaniye, jiber dahata Kurdistan û Îraqê tenê ji petrolê tê dabînkirin û nirxa petrolê jî hatiye dabezîn. Me ti hincet bo Bexdayê nehêştiye, lê Bexda gavan navêje, kêşeya me netenê kêşeya pere û bûdceyê ye, belku kêşeya me mezintire, kêşeya me kêşeya netewiye, kêşeya xake, niha hîn jî li hin deveran xaka Kurdistanê tê dagîrkirin, ewin ku îdîaya vê yekê dikin di eniya gel dene çima li hember dagîrkirina axa Kurdistanê bêdengin.

Îsal heta niha Bexda tenê 6 meh para herêma Kurdistanê şandiye, ew jî bi kêm kirin û paş xistin, para 6 mehên din bi ti awayî nehatiye şandin, pişt re me rêkeftin îmze kir li gel Serokwezîr daku mehane 320 miliyar dînar bo Kurdistanê bişînin lê ew jî heta niha weke pêwîst nehatiye şandin.

Ewin ku rexne li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku dibêjin hikûmet amade nebûye dahatan radestî Bexdayê bikin rast nabêjin, jiber ku di nameya hikûmeta Îraqê de bi eşkere hatiye gotin ku Bexda tenê 320 miliyar dînar dişîne lê mixabin heta niha tenê du car ew pereya han hatiye şandin. Me tevahiya erkên xwe cîhbicîh kirine lê Bexda her car bi hinceteke cuda xwe ji cîhbicîh kirina erkên xwe vediziye.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.