Serokwezîr bi serdana Papayê kêfxweşe

Vatîkan duhê ragihandibû ku di meha Adarê de papa serdana Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Vatîkan duhê diyar kiribû ku Papa serdana Kurdistanê dike.

Piştî ku duhê Vatîkan diyar kir ku di meha Adara 2021an de Papa serdana Kurdistan û Îraqê dike, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser twitterê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Bi dilxweşî ve li benda serdana xudan paye Papa bo Kurdistanê dikim. Di serdana xwe ya bo Vatîkanê di meha Sibata derbasbûyî de min behsa Kurdistan û nirxên Kurdistanê yên bo aştî û bihevre jiyanê ji Papa re kiriye, hêvî dikim Papa bo xwe bi çavên xwe wan nirxan bibîne.

Weke tê zanîn Vatîkan duhê diyar kiribû ku Papa di 5ê Adarê de serdana Kurdistanê dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.