Almanya: Lazime Ewrûpa dawî bi diyaloga xwe li gel Tirkiyeyê bîne.

11ê vê mehê YE li ser dorpêçan biryara yekcarî dide.
کوردستان TV
100%

Duhê wezîrê derve yê Almanyayê beşdarî di civîna wezîrê derve ya YE kiribû.

Duhê civîna wezîrê derve yên welatên endam di nava Yekîtiya Ewrûpayê de hate lidarxistin.

Her çend Serokê karûbarên siyaseta derve ya YEê diyar kiribû ku di civîna han de wezîrên derve nikarin biryara ferz kirina dorpêçan lis er Tirkiyeyê deynin, lê mijara gerim ya civînê dorpêçên ser Tirkiyeyê bû.

Piştî civînê wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku Almanya gelek hewl da daku diyalog li gel Tirkiyeyê berdewam be, lê ti encamake hewldanan nebû lewre em weke Almanya daxwaz ji YEê dikin ku bi fermî dawî bi diyaloga xwe ya li gel Tirkiyeyê bîne.

Weke tê zanînb iryare roja înê (11ê vê mehê) berpirsên yekem yên YE bicivin û biryar li ser ferz kirina dorpêçan li ser Tirkiyeyê bidin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.