Zêdetir ji 300 Efserên artêşa Tirkiyeyê hatin girtin

di sala 2015an de şerê AKP û cemaeta Gulenê destpê kir.
کوردستان TV
100%

Bi tawana endam bûn di cemaeta Gulen de hatine girtin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, di çarçoveya operasiyonên dijî endamên cemaeta Gulen de, li çend bajarên Tirkiyeyê, operasiyoneke din hatiye lidarixstin.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku ew operasiyon li dijî endamên cemaeta gulen di nava artêşa Tirkiyeyê de hatiye lidar xistin û di encama operasiyonê de 304 Efserên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta endam bûn di nava cemaeta gulen de hatine girtin.

weke tê zanîn ku di sala 2015an de şerê navbera AKP û Gulenê destpê kir û di çarçoveya şerê han de bi hezaran endamên artêşa Tirkiyeyê hatin girtin û ji kar hatin avêtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.