372 kesên din bi Koronayê ketin

12 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê ye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 372 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê bûye ku 183 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 176 kes jî baş bûne û 12 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 98 hezar û 858 kes bi Koronayê ketine, 62 hezar û 464 kes baş bûne û 3 hezar û 234 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.