Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro (Duşemê) 77 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 10 pêketiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro 77 kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 10 pêketiyan jiyana xwe ji dest da. Mistefa got, kesên bi vîrusa ketine, 45 mêr û 32 jin in.
Her wiha Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku rewşa 7 pêketiyên din baş bû.
Li gorî daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt 7 hezar û 256'an, hejmara miriyan 210 û hejmara kesên baş bûne gihişt hezar û 058'an.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin