Kazimî: Giftûgo li ser proje bûdceya 2021an tê kirin

dibêje proje bo parlementoyê jî tê şandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje îro anjî sibê dest bi giftûgo kirinê tê kirin.

Çapemeniya Îraqî li ser zarê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî belav kiriye ku îro anjî sibê civata wezîran ya hikûmeta Îraqê dest bi giftûgo kirin li ser proje bûdceya sala 2021an ya Îraqê dike.

Kazimî diyar kiriye ku piştî pejrandina projeya han ji aliyê civata wezîran ve, proje bo Parlementoyê tê şandin.

Weke tê zanîn hinek kêşeyên taybet bi bûdce û mûçeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, beriya du rojan şanda hikûmeta Kurdistanê jî serdana Bexdayê kiribû û derbarê para Kurdistanê ji bûdceya 2021an li gel Îraqê giftûgo kiribû û gehêştine rêkeftinek ku lazime li gor rêkeftina sala 2019an ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, para Kurdistanê ji bûdceya 2021an were dayîn.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.