HRE: Li Şêrawa 5 çete hatin kuştin û 4 maşîne jî hatin îmhakirin

rewşa Efrînê hîn jî aloze.
کوردستان TV
100%

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan li gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidar xistin û di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 maşîne jî hatin îmhakirin.

"Di roja 27`ê Mijdarê, li gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidar xistin. Di vê çalakiyê de baregehek çeteyan hat hedefgirtin û di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 4 maşîne jî hatin îmhakirin.

Çeteyên dagirker ku di çalakiyên hêzên me de windahiyên giran didin, li hemberî gelê me pêkanînên xwe yên dermirovahî berdewam dikin. Li heman rojê çeteyên dagirker li gundê Kîmarê êrîş birin li ser gel û di encama vê êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 1 kes jî birîndar bû.

Em li vir cardin dubare dikin ku heya ev pêkanînên dermirovahî ku çeteyên dagirker li ser gelê me dimeşîne berdewam bikin, çalakiyên me yên tolhildanê jî bi awayek hîn xurttir berdewam bikin."

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.