Dihat gotin ku duhê li Sûriyeyê hatiye kuştin.
Duhê çapemeniya Erebî belav kir ku di encama êrîşekê de bo ser çekdarên Îranî li Sûriyeyê, Fermandarekî Îranî û çend çekdarên din yên Îranî hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Erebî Fermandarê çekdarên Qudis yên Îranê li Sûriyeyê Muslim Meşhedan di encama êrîşeke balefirên bêpîlot de hatiye kuştin.
Lê îro spaha pasdaran ya Îranê ew nûçe red kir û ragihand ku ti Fermandarekî Îranî li Sûriyeyê di wan demên dawî de nehatiye kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin