Îro derfeta herî dawiye bo çekdarên derqanûnî li Şingalê

heta niha hêzên ser bi pkkê heft navendên xwe vala kirine.
کوردستان TV
100%

Lazime heta nîveroya îro tevahiya baregehên xwe vala bikin.

Di çarçoveya rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê de yaku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin, hikûmeta Îraqê dest bi avêtina gavan bo cîhbicîh kirina rêkeftinê kiriye.

Di çarçoveya pêngavên hikûmetê de heta niha 6 hezar polîsên federalî bo deverê hatine şandin û biryare 2 hezar polîsên herêmî jî ku ji êzidiyan pêk tên di nava Şingal û derdorê de ewlekariya deverê biparêzin.

Herwiha hikûmeta Îraqê jî îro weke derfeta dawî bo wan çekdarên derqanûnî yên li Şingalê diyar kiribû ku lazime heta nîveroya îro cîh û baregehên xwe yên li deverê vala bikin.

Weke tê zanîn li Şingalê heşda şebî, çekdarên ser bi heşda şebî û hêzên ser bi pkkê hene û hate gotin ku heta niha hêzên nêzî pkkê 7 baregehên xwe vala kirine.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.