6 terorîstên DIŞIê hatine kuştin

sê ji wan di encama bordimanê de hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê di operasiyonekê de li çiyayê Mexmûrê hatine kuştin.

Hêzên antîteroê yên Îraqê belav kirin ku duhê duşem, li çiyayê Mexmûrê li dijî terorîstên DIŞIê û paşmayiyên DIŞIê operasiyonek lidar xistine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di operasiyonê de pevçûn di navbera hêzên antîterorê û terorîstên DIŞIê de qewmiye û di encam de 6 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku sê ji wan terorîstan di operasiyonê de hatine kuştin û 3 terorîstên din jî dema xwestine birevin ji aliyê balefirên şer ve hatine bordimankirin û hatine kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.