Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kes bi vîrusa koronayê mirine û 77 kesên din jî bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa da zanîn 6 kesên ku ji ber vîrusê mirine, 2 mêr li Şehbayê, mêrek li Qamişloyê, yekî din li Hesekê, jinek li Şehbayê û jinek li Qamişloyê ye.
Her wiha Mistefa bi bîr xist ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 77 kesên din (42 mêr û 35 jin) bi vîrusê ketine û li van herêman in:
Hesekê: 9
Dêrikê: 9
Qamişlo: 7
Amûdê: 1
Reqa: 11
Tebqa: 9
Şehba: 23
Kobanê: 5
Minbic: 3
Mistefa destnîşan kir ku 13 nexweşên vîrusê baş bûne.
Tevî daneyên îro hejmara nexweşên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 7 hezar û 31 kesan, ji wan 195 nexweş mirine û hezar û 32 nexweş baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin