Alên PKKê yên li Şingalê anîn xwarê û PKKê hin binkeyên xwe li Şingalê vala kirin

hêzên pkk dest bi vala kirina cîhên xwe kirine.
کوردستان TV
100%

Piştî alên PKKê ji aliyê hêzên polîsê federal ên Iraqê ve hatin xwarê, PKKê hejmarek binkeyên xwe yên li qeza Şingalê vala kirin. Qaymeqamê Şingalê jî diyar kir divê PKK çekdarên xwe ji Şingalê derxe.

Piştî ew hêzên Iraqê yên çûn Şingalê alên PKKê yên li ser binkeyên wan anîn xwarê û molet û dem ji wan re hate dayîn ku binkeyên xwe vala bikin. Li gor zanyariyên BasNewsê ji duh ve PKKê dest bi vala kirina binkeyên xwe yên li navenda qeza Şingalê kirine û hejmarek binke jî radestî hêzên polîsê federal ên Iraqê kirine.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re ragehand, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê piştî anîna xwar a alên PKKê pêwîstbû PKK binkeyên xwe jî radest bike, ‘’Diyare hin binge radest kirine, lê divê PKK çekdarên xwe jî bibe derveyî qezayê.’’

Herwaha got, li gor rêkeftinê nabe yek çekdareke PKKê jî li Şingalê bimîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.