Îran nameyek bo NY dişîne

dibêje Amerîka û Îsraîl bihev re dixwazên êrîşî ser Îranê bikin.
کوردستان TV
100%

Netewên Yekgirtî ji pilana Amerîka û Îsraîlê hayedar dike.

Piştî kuştina psporê etomî yê Îranê Muhsin Fexrîzade li nêzî Tehranê, hikûmeta Îranê nameyek bo Newtewên Yekgirtî şandiye.

Di nameya han de Îran qala pilana du alî ya Amerîka û Îsraîlê ya bo êrîş kirine ser Îranê kiriye û Îran di nameyê de eşkere kiriye ku nîşaneyên gelek bihêz di destê wan de hene ku destê Îsraîlê li piştî kuştina Fexrîzade de heye û daxwaza ji NY kiriye daku ew kiriyara han şermezar bike.

Ji aliyê xwe ve jî Komîsarê mafên mirovan ya ser bi NY Ferhan Heq eşkere kiriye ku haya wan ji wan raportan heye û daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye daku xwe ji her pêngavek ku bibe sedema aloztir kirina rewşê bidûr bigirin.

Weke tê zanîn roja înê li nêzî Tehranê psporeke etomî yê Îranê hatibû kuştin û Îran dibêje destê Îsraîlê di êrîşê de heye.

N: E:G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.