Îskoçya bo serxwebûnê haziriya referandumeke nû dike

dibêje piraniya gel daxwaza serxwebûnê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Îskoçya Nicola Sturgeon diyar kir ku ew dixwazin ku di sala pêş de careke din referanduma serxwebûnê li dar xin.

Sturgeon da zanîn ku anket raber dikin ku gelê Îskoçya serxwebûnê dixwaze.

Sturgeon got: Ger gelê Îskoçya serxwebûnê dixwaze, divê ne di demeke dereng de lê zû em vê fersendê bidin wan. Parlamana me ya nû jî bi awayekî germ li vê mijarê dinêre.’’

14 anketên dawî yên li Îskoçya nîşan didin ku piraniya gelê wî welatî alîgirê serxwebûnê ye.

Li Îskoçya di sala 2014’an de jî referanduma serxwebûnê li dar ketibû, lê 55 ji sedê beşdaran dabûn zanîn ku ew naxwazin ji Brîtanya veqetin.

Lê anket raber dikin ku piştî Brîtanya bi Brexitê jî Yekîtîya Ewrupa derketiye, li Îskoçya alîgirên serxwebûnê zêdetir bûne.

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.