Kompaniyên Amerîkî berê xwe didin Kurdistanê

hefteya derbasbûyî jî konferanseke hevbeş hatibû lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Li Kurdistanê di warên curbicur de kar dikin.

Têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de her diçe berfiretir û bihêztir dibin.

Di vê çarçoveyê de piştî konferansa abûrî û bazirganî ya di navbera Amerîka û Kurdistanê de yaku hefteya derbasbûyî hatibû organîzekirin, hijmareke zêde kompaniyên Amerîkî biryar dane daku li Kurdistanê di warên curbicur de dest bi kar û hêlbirînê bikin.

Beriya niha jî hijmareke kompaniyên Amerîkî di warê enerjî, çandinî û xizmetgozarî de li Kurdistanê kar kiribûn.

Weke tê zanîn di peywndiya telefûnî ya herî dawî ya di navbera Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê de, her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de kiribûn.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.