Hejmara pêketiyên Korona 60 mîlyon derbaz kir

Amerîka, Hîndistan û Brazîl xudan zêdetirîn hijmara pêketiyanin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 60 mîlyon derbaz kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 60,174,732 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmar pêketiyan pirtir ji 12,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9,2 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,1 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê heta niha 1,417,153 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 261,480 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 170,115 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawiya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,381 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.