Îsraîl û Îmarat têkiliyên xwe yên bazirganî bihêztir dikin

beriya mehekê têkiliyên xwe normal kiribûn.
کوردستان TV
100%

Îro yekem firîna bazirganî di navbera her du welatan de destpê kir.

Piştî ku Îmaratên Yekgirtî yên Erebî rêkeftina normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê îmze kir, ew her du welat weke yekem pêngav têkiliyên xwe yên dîplomatîkî bihêz kirin.

Niha jî Îsraîl û Îmarat mişxûlî bihêztir kirina têkiliyên xwe yên bazirganî ne û îro pêncşem di vê çarçoveyê de yekem firîna samanî ya bazirganî ji Dubayê bo Til Evîvê destpê kir.

Ew firîna han yaku bi balefireke Îmaratî tê kirin, şandeke bazirgan, sermayedar û pîşesazên Îmaratî dibe Îsraîlê û firîna han 4 seatan dom dike.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.