Serokwezîrê Kurdistanê li ser hesabê xwe wisa behsa naveroka civîna civata wezîran kiriye;
Îro çarşem 25ê Mijdara 2020an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr kir.
Di destpêka civînê de bi minasebeta roja cîhaniya rûbirû bûna tundûtîjiya dijî jinan, me tekez li ser wê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê berevanî ji parastina mafên jinên Kurdistanê û sînordar kirin û nehêştina tundûtîjiya dijî jiyan û toreyên civakî yên nexwestî û dabîn kirina yeksaniya civakî û cinsî dike.
Pişt re bi navê civata wezîran hevxwemiya xwe bo koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê xwedê jê razî Ferset Sofî ku ji ber Koronayê wefat kiribû, diyar kir û sersaxî da kesûkar û malbeta wî û tevahiya welatiyên Kurdistanê.
Di mijara yekem ya civînê de pêşhatên dawî yên prosesa danûstandina me ya li gel hikûmeta federalî ya derbarê maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin, bi taybetî pêşhatî piştî pejrandina proje qanûna tîje kirina kurt anîna darayî di sala 2020an de ji aliyê parlementoya Îraqê ve bêyî amadebûna firaksiyonên Kurdistanî, tekez li ser vê yekê hate kirin ku herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe daye û tevahiya pêbendiyên xwe jî bicîh aniye boku bigehêjin rêkeftineke bingehîn li gel hikûmeta federalî û li ser danûstandinê jî berdewam dibin.
Me balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê aliyê fermî yê danûstandinê ye bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî û bi ti awayekî sazişê li ser mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê herêma Kurdistanê nake û paş xistina ne şandina para bûdceya herêma Kurdistanê pêngaveke metirsîdare û binpê kirina mafên reva yên xelkê Kurdistanê ye.
Herwiha me biryar da daku bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê, nameyeke fermî pêşkêşî civata wezîran ya Îraqê were kirin û daxwaza para bûdceya herêma Kurdistanê ya bo mehên 5, 6, 7 û meha 10 ya îsal bikin ku maf û şayisteyeke reva ya herêma Kurdistanê ye û hikûmeta federalî heta niha ew para han neşandiye û ti têkiliyeke vê jî bi kurt anîna darayî ya sala 2020an re tuneye.
Herwiha spasiya helwesta nûnerê taybetî yê sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê kir ku di gotara xwe de bo civata ewlekariya NY tekez li ser vê yekê kiribû ku Fermanber û mûçexorên herêma Kurdistanê netenê yên Kurdistanê ne belku welatiyên Îraqî ne û lazime mijara bûdce û mûçeyê nebe beşek ji kêşeyên siyasî û nabe bi awayekî bikom bibin qurbanî.
Di civînê de daxwaz ji NY û civaka cîhanî hate kirin daku piştîvanî ji afirandina derfetê bo çê kirina rêkeftineke bingehîn di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de bikin daku maf û şayisteyên destûrî yên xelkê Kurdistanê werin dabînkirin.
Di mijara duyem ya civînê de bi piraniya dengan proje qanûna diyar kirina maf û îmtiyazên kesûkarên şehîd û enfalkiriyan hate pejrandin.
Di dawiya civînê de wezîrê gehandin û veguhastinê behsa kêşeya mulkdariya (xudantiya) erdên mesîhiyan li çend navçeyên herêma Kurdistanê de kir, li ser vê mijarê jî biryar hate dayîn daku komîteyeke taybetî ya wenêrîn kirinê bo çareser kirin û dawî anîn bi wan kêşeyan bi liber çav girtin û dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên xelkê Kurdistanê bi awayekî dadmend û sînor danîn bo her zêde gaviyekê were damezrandin. Herwiha tekez li ser sepandina pergala îdarî ya ne navendiya îdarî di çarçoveya karnameya kabîneya 9an ya
hikûmeta Kurdistanê de kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin