Duhê şev navendeke perwerdehiyê hatiye bordiman kirin.
Li gor çapemeniya Sûriyeyê duhê bi şav balefirên şer yên Îsraîlê dîsa êrîşî ser kempên leşkerî yên komên çekdar yên Îranê li Sûriyeyê kirine.
Li gor çapemeniya Sûrî, duhê bişev balefirên Îsraîlî kempeke perwerdehiya leşkerî ya komên çekdar yên ser bi Îranê li nîzî girên Colanê bordiman kirine.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku di bordimanê de tenê zirarên madî çê bûne.
Ew kempa ku hatiye bordiman kirin demeke dirêje ji aliyê artêşa Îranê ve bo perwerde kirina komên çekdar hatiye avakirin û tê de hijmareke zêde leşker û psporên leşkerî yên Îranî dimînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin