Kazimî: Danûstandinên me berdewamin

dibêje şaştî di proje qanûnê de hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje di nava proje qanûna deyn kirinê de şaştî hene.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku di nava proje qanûna ku ji aliyê parlementoyê ve bo deyn kirinê hatiye pejrandin çend şaştî hene.

Kazimî eşkere kiriye ku niha danûstandinên navbera hikûmet û parlementoya Îraqê bo serrast kirina wan şaştiyan berdewamin.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de aniye ziman ku hikûmeta Îraqê jî dest bi pêşkêş kirina asankariyan bo hêlbirêneran li Îraqê kiriye daku bi saya geşe dana hêbirînê rewşa abûrî ya Îraqê were baştirkirin.

Kazimî tekez li ser vê yekê kiriye ku hewl didin bo zêdetir kirina dahatên hikûmetê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.