Hejmara Pêketiyên Korona nêzî 60 mîlyonî dibe

heta niha hijmara herî zêde ya pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%


Hejmara pêketiyên vîrusa korona 59 mîlyon derbaz kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 59,004,131 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 12,3 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9,1 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,393,736 kesan jiyanên xw ji dest dane. Amerîka bi 257,274 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 169,183 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,189 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.