Dibêje bilez pêdiviya me bi xwînê heye.
Bankaya xwînê ya Hewlêrê daxuyaniyek bo raya giştî belav kiriye û tê de dibêje pêdiviya wan ya bilez bi xwînê heye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku jiber zêde bûna hijmara berketiyên Koronayê û herwiha jiber hebûna hijmareke zêde nexweşên penceşêr û talasîmayê, hevsengiya xwînê kêm bûye û bankaya xwînê bilez pêdiviya xwe bi xwînê heye lewre daxwaz ji dilxwaz û welatiyan tê kirin ku serdana bankaya xwînê bikin û bo hevkarî kirina nexweşan xwîn pêşkêşî bankayê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin