Tekesta gotara Serokwezîrê Kurdistanê yaku di konferansa abûriyê de pêşkêş kir

dibêje li Kurdistanê derfetên baş yên hêlbirînê hatine afirandin.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya onlîne beşdarî di konferansa abûriya Kurdistanî piştî Koronayê kir û gotarek pêşkêş kir ku ew jî tekesta gotarê ye;

Îro yekşem 23ê Mijdara 2020an me beşdarî di konferansa abûriya Kurdistanê ya piştî Koronayê kir ku bi awayekî onlîne di navbera odeya bazirganî ya Amerîka û herêma Kurdistanê de hatibû organîzekirin. Di konferansê deme gotarek pêşkêş kir û ragihand ku em jî weke Amerîkayê xudan dîrokek başin, bi taybetî piştî 2003an ku Amerîkî jî di rizgar kirina Îraqê ji destê Dîktator Sedam Husên, hevkar bûn, niha jî Îraq di nava rewşeke xirab deye.

Xelk û nibşin nû yên me dixwazin û çavên wan li vê yekê ne ku bibin xudan abûriyeke baş zêdetir werin hevkarîkirin, peyama min ewe ku li Kurdistanê de hêlbirînê bikin, bo vê yekê ew konferansa han hatiye organîzekirin, ew xudan dostên gelek başin li Amerîkayê, niha li gel me ne, dixwazim spasiya Organîzatorên konferansê û dostên xwe di nava hikûmeta Amerîkayê de bikim, dixwazim spasiya balyoz jî bikim ku îro li gel me ye, bêgoman pêşwaziya hatina kompaniyên Kurdî û Amerîkî dikim, ku îro di vê konferansê de kom bûne daku têkiliyên xwe bihêztir bikin.

Têkiliyên me vedigerin bo sala 1990an, vê demê Amerîka hêviyek bo gelê me vegerand û derfet da me daku ew hezaran gundên ku ji aliyê Sedam ve hatibûn wêrankirin, awedan bikin, herwiha di gelek warin din de hevkarê me bû, jiber vê çendê ez bawerim ku îro jî dikarin ew geşepêdan û hevkariya han pêşde bibin.

Amer'ka û herêma Kurdistanê dehan sale xudan hevbeşîne, bêgoman 2021an minasebeteke baş dibe daku ew hevbeşiya han ya baş yaku di navbera me de hebû, her ji ji nav birina terorê û parastina welatê me heta parastina nirxên hevbeş yên me derfet dikeve destê me ku hevbeşiya han zêdetir pêşde bibin. Lewre rêzdariya me bo wan Qehremanan heye ku karîn me bi selamet bihêlin û bikaribin ew konferansa han lidar bixin.

Herêma Kurdistanê deverke li Îraq û Rojhilata Navîn de ku têje ji ewlekariye, em dizanin ku hêzên ewlekarî jîngeheke aram û parastî çê kirine, têkiliyên navbera Amerîka û herêma Kurdistanê zêdetir ji têkiliyên ewlekarîne, ew têkiliyên han yên di navbera her du aliyan de dikevin qonaxeke din ya nû.

Herêma Kurdistanê navçeyeke gelek baş û goncawe bo ku kompaniyên Amerîkî werin û têde derfetên karî bo xwe bibînin, rewşa jiyanê gelek baştir bikin, gelek kêfxweşim û liwir cidiyet û pêbendiya hikûmeta xwe bo we dubare dikim, bi tabetî bo Amerîka, em dikarin gelek bi asanî pêngavên xwe pêşde bibin, hikûmeta me di tevahiya kertan de çend pêngavên baş avêtiye û ketine nava qonaxeke din de, kar bo pir reng kirina abûriya xwe dikin, bi taybetî kerta çandinî, dîcîtalîze kirina sekteran û bazirganî. Me kerta bac û wergirtina bacê baştir û tundtir kiriye bo ku pişt rast bin ku her kes bi awayekî dadmend baca xwe dide, bo modirnîze kirina kerta bankî û anîna teknolojî bo nava kerta abûriya herêma Kurdistanê, em pêşwazî ji pisporên Amerîkî dikin, em pêbendin û berdewam dibin li ser prosesa reforman.

Gelek kêfxweşim ku Dan Biraitim bînî. Bo ku bikaribin hêlbirîneke zêdetir li herêma Kurdistanê de bikin, em pêşwazî ji hêlbirîn û hêlbirînerên navnetewî dikin bi taybetî di warê enerjî, tendirostî, perwerde û çandiniyê de.

Hikûmeta me kar dike daku asankariyên zêdetir werin kirin daku kompanî bi asanî werin herêma Kurdistanê, em di warê tomar kirina kompaniyan û pêdana vîzeyan gelek asankarî kiriye. Ew borda hêlbirînê karên gelek baş kiriye bo ku qanûn û zagon bi başî werin amadekirin û guhertin di nava wan de were kirin, lewre hatina kompaniyan bo herêma Kurdistanê,tomar kirina kompaniyan û pêdana vîzeyan gelek hatiye asankirin, zêdetir ji 70 derfet û rêpêdan hatiye dayîn, ez bawerim di qanûna reforman de ku di destpêka îsal de me belav kir, em rûbirûyê gendeliyê bûne, me xelkê xwe piştrast kiriye, ku gendelî û sextekarî nemaye, me wisa kiriye ku xizmetgozarî giştî bi awayekî baş û dadmend bigehêje tevahiya xelkê.

Ew pêngawên han wisa dikin ku biryar jî bilez werin dayîn, reform li kertên darayî û abûriya welatê me de were kirin, bo ku pişt rast bin ku her kes mafê xwe yê bi temamî bidest bixe, çavê me li vê yekê ye ku rêkeftineke bingehîn îmze bikin ku bibe bernameyeke gelek baş bo pêşeroja me, bo ku hikûmet û kertê taybet bikaribin roleke baş bilîzin. Ew yek her dem weke xwe pêşde neçûye, cudatî di navbera me û Bexdayê de heye, ez pêbendin ku kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê werin çareserkirin, ew maf û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê ne, di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de werin bidestxistin.

Herêma Kurdistan deriyeke gelek başe bo Hêlbirînerên Amerîkî û dikare deriyeke baş jî be bo Îraq û Rojhilata Navîn, em xudan hêzeke bi bandor ya kar kirinê ne, di warê IT, teknolojî û di warê ziman de bi taybetî îngilîz û erebî de gelek başin, lewre em dixwazin piştrast bin ku ji bilî ku derfetên karî bo wan tên afirandin, belku dixwazin ku fêde ji karîn û enerjiya wan jî bibînin, bi vê rengî em dikarin pêş bikevin.

Ez careke din pêbend bûna xwe bi pir reng kirina abûrî, pir rengiya netewî û olî diyar dikim, weke Amerîka, ez dixwazim çend deqîqeyek behsa vê bikim ku baweriya min ya temam bi hêlbirîna biyanî heye, me derfetên gelek baş jî afirandine, ji wan kerta çandiniyê dibe beş û stûna girîng ya abûriya Kurdistanê û dikare bibe sebeteya xwerakê bo Îraqê.

Herêma Kurdistanê yekem cîh bûye ku têde çandinî hatiye kirin, herêma me dixwaze bigehêje asta xwebijîwî û di 5 salên dahatû de bibe cîhek bo henarde kirina berhemên xwe bo Îraq û deverê, dikarin ku ew yek jî bi siyaseteke baş were bidestxistin.

Herêma Kurdistanê ji erdên bipît û henûna keş û hewayeke baş û çavkaniyên avê sûd wergirtiye, ew xalên han piştîvanên mene bo ku hêlbirîn û kerta taybet roleke girîng di warê çandiniyê de bilîzin, piştîvaniya Cotkarên xwe bikin û jêrxana abûriya xwe bi anîna teknolojiya baş û pêşkeftî baştir bikin.

Li cem me geşe sendina jêrxana abûriya herêma Kurdistanê gelek girînge, hêvî jî dixwazin ku bibin cîhek bo hêlbirîna gaz, herwiha bibin cîhek bo ku li herêma Kurdistanê ve berheman henardeya deverên din bikin.

Çê kirina bendav û depoyan yek bûn ji wan pêngavên ku hatine avêtin, dixwazim wê yekê bêjim ku di pêşerojê de em dikarin elektirîkê bi awayekî 24 seatî dabeş bikin ne tenê li herêma Kurdistanê belku bo beşên din yên Îraqê jî.

Em bo baştir kirina cade û rêyan hêlbirînê dikin, di nava çend mehên derbasbûyî de rixmî hebûna qirîza darayî ku jiber Koronayê çê bûye, me bi şanazî ve beşdarî di vekirina çend projeyan de kir ku pêk hatibûn ji çend pird, cade û projeyên din. Me bi hevbeşî li gel kerta taybet ew projeyên han ji aliyê kerta taybet ve hatine cîhbicîhkirin, ew yek jê fêde digehîne xelkê Kurdistanê û derfetên kar çê dike û jiyan baştir dike û bo bazirganî kirinê jî gelek girînge, ez bawerim ew yek derfeteke başe bo hêlbirîn û hêlbirînerên biyanî.

Cîhan jiber Koronayê rastî astengiyeke çav nerê hatiye, me jî para xwe ji vê yekê wergirtiye, lê hêvî dikim di sala 2021an de cîhan bikarêbe vegere ser rêçika xwe û vaksîna çareser kirina koronayê jî bibe çareseriyeke baş bo Koronayê. Weke ku di cerbandinan de hatiye îsbatkirin heta astek baş serkeftî bûne, hêvî dikim piştî Koronayê bikaribin bi awayeke raste rast giftûgo bikin.

Hêvî dikim hun jî fêde ji vê derfetê bistînin û serdana herêma Kurdistanê bikin û bi çavên xwe guhertinên heyî yên ku ji aliyê kabîneya nû ve hatine kirin bibînin.

Di dawî de hêvî dikim ew konferansa han bazirganên Kurd û Amerîkî kom bike û derfetan jî yek bixe, hevkar be, bo ku abûriya herêma Kurdistanê bikeve qonaxeke din, ewin ku dixwazin bo cara ewil werin Kurdistanê, min hana we didim ku giftûgo li gel wan kesan bikin ku hatine herêma Kurdistanê û hêlbirîn kirine, daku behsa serkeftin û goncawiya jîngeha herêma Kurdistanê bikin, bo hêlbirînê dikarin têkilî li gel nuneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê de bikin, hêvî dikin di pêşe rojê de raste rast tevahiya we bibînim.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.