Li Îranê 12 hezar kesên din bi Koronayê ketine

zêdetir ji 45 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Li Îranê ew sê roje qedexeya giştî hatiye ragihandin.

Wezareta tendirostî ya Îranê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê welat, bi giştî 12 hezar û 460 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê di nava heman 24 seatan de 453 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îranê zêdetir ji 45 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve jî ber aloziya rewşa tendirostî, li Îranê ew du roje qedexeya seraserî hatiye ragihandin û heta du hefteyan berdewam dibe.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.