495 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine

17 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

17 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 495 kesên din bi Koronayê ketine, 424 kes baş bûne û 17 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 93 hezar û 433 kes bi Koronayê ketine, 57 hezar û 941 kes baş bûne û 2 hezar û 994 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.