Amerîka: Emê bi tundî bersifa her cure êrîşekî bidin

dibêje destê Îranê di wan êrîşan de heye.
کوردستان TV
100%

Nunerê Amerîkayê yê bo karûbarê Îranê huşdarî dide Îranê.

Nunerê Amerîkayê yê bo karûbarê Îranê Elliott Abrams di hevpeyîneke xwe de ya li gel beşê Engilîsî ya kanala Erebiye, derbarê hêz û welatiyên Amerîkî yên li Îraqê de huşdariyeke tund daye Îranê.

Elliott di hevpeyvîna han de gotiye eger komên çekdar yên ser bi Îranê ên li Îraqê her cure êrîşek bo ser welatî anjî hêzên Amerîkî pêk bînin bila her kes bizanibe ku vê Amerîka bi awayekî tund û dijwar bersifa êrîşê bide.

Abrams herwiha aniye ziman ku Amerîka baş dizane ku êrîşên ku li Îraqê li dijî welatî û hêzên Amerîkî pêk tên, elaqedarî Îranê ne û destê Îranê di wan êrîşan de heye lewre Amerîka bi awayekî tund bersifa her êrîşekê dide.

Nav hatî tekez kiriye ku ji rayedarên Îraqê re jî gotine ku lazime ewlekariya welatî û hêzên Amerîkî biparêzin û destê Îranê jî di tevahiya êrîşan de heye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.