Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêş kir

piştîvaniya babe Şêx dike.
کوردستان TV
100%

Pêşkêşî Êzidiyan û babe Şêxê nû kiriye.

Piştî hilbijartina babe Şêx nû yê Êzidiyan Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Bi minasebeta diyar kirina babe Şêxê nû pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî Mîr Hazim û babe Şêx Elî û civata rûhanî ya Êzidiyan tevahiya xuşik û birayên xwe yên Êzidî dikim.

Hêvî dikim ku babe Şêx di pîwerdariya xwe ya nû de serkeftî be û bikarêbe xizmeta civaka Êzidiyan û ola Êzidiyan bike,  liwir ez piştîvaniya xwe bo babe Şêx diyar dikim.

Hêvî dikim diyar kirina babe Şêx bibe hevîna yekrêziya navbera Êzidixanê û bibe derfetek bo derbas kirina jiyana awareyî, dawî hatina tevahiya nexweşiyan û vegeriyana tevahiya awareyan bo cîh û warên xwe li deverê de.

Hikûmeta herêma Kurdistanê li ser parastin û rêz girtin ji taybetmendiyên ola Êzidî û tevahiya pêkhateyên din yên Kurdistanê bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.