Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesên din ji ber Koronayê can dan

heta niha bi giştî 168 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amarên nû yên taybet bi Koronayê eşkere kir û diyar kir, 5 kesan ji ber Koronayê can dan û 190 kesên din jî bi vîrusê ketin.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn, rêjeya herî zêde ya vîrusa Korona li bajarên Tebqa, Heseke, Kobanî, Reqa û Qamişlo hatine tomarkirin.

Desteya Tendirostiyê destnîşan kir, ji 190 pêketiyên nû, 25 kes li Hesekê, 14 li Dêrikê, 17 li Qamişlo, 8 li Amûdê, 7 li Girkê Legê, 2 li Til Temir, 1 li Dirbêsiyê, 1 li Çil Axa, 1 li Kampa Holê, 40 li Tebqayê, 22 li Reqayê, 25 li Kobanê, 18 li Minbic, 5 li Dêre Zorê, 4 kes li Şehbayê ne.

Herwiha hat ragihandin, herî dawî 17 kes ji nexweşên Koronayê baş bûne.

Heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê, 6,420 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku 168 kes ji wan can dest dane û 905 kes jî baş bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.