Nêçîrvan Barzanî: Firset Sofî nimûneyekî herî xweşik ê welatparêziyê bû

îro termê wî li goristana Şêx Ehmed hate veşartin.
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî diktor Firset Sofî de ragihand, diktor Firsat Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî diktor Firset Sofî de got: "Diktor Firsat kêm jiya, lê jiyana wî tijî kar û berhem bû. Bi çîroka serkeftina jîyana xwe, wêneyekî xweş ji me hemûyan re hişt.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Ferset Sofî temena xwe kêm bû lê asta zanîna wî ji temena wî zêdetir bû, kesekî dilsoz û xemxor bû û dilxwazê ximet kirina xelkê bû û her karek jê re dihat diyarkirin bi serkeftî cîhbicîh dikir, nav hatî cara yekem ku bi Koronayê ket,karî bi ser Koronayê de zal be, lê cara duyem mixabin wefat kir.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de anî ziman ku Ferset Sofî kesekî civakî û xemxorê xelkê bû, roleke gelek baş di kêm kirina aloziyan de hebû, hertim dilxwazê projeyên nû yên xizmetgozarî bo xelkê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê got: "Duh Serok Barzanî jê re nivîsand û got min kurekî xwe ji dest da. Kesayetî, konsolxane, xelkê Hewlêr û Kurdistanê jî ew weke stêreke li ezman binav kir.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê yê ku di 16 ê Cotmeha 2019an de fermana Serokatiyê ya destbikarbûna diktor Firset Sofî wek Parêzgar derkir, got "Diktor Firset çendî mebesta wî ji bajêr re bû, ewqas û zêdetir jî armanc dikir ku ji bo gund û deveran gelek tiştan bikin. Ew her tim bi wê xemê bû û ji min re jî digot, ji ber rewşa aborî û kêmbûna dahatê, em nikarin wek tê xwastin xizmetê bikin."

Nêçîrvan Barzanî got: "Diktor Firsat carekê bi sivikî Korona girt û baş bû, lê cara duyem mixabin koça dawiyê kir."

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.