Brtîanya berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge

şanda Brîtanî duhê serdana Kurdistanê kiribû.
کوردستان TV
100%

Şanda leşkerî ya Brîtanî serdana wezareta pêşmerge kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de duhê şanda leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmenêd leşkerî yê Brîtanî yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê John Lorimer serdana wezareta pêşmerge kir û li gel wezîr û rayedarên din yên wezareta pêşmerge civiya.

Di civînê de behsa şerê dijî DIŞIê, prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge, hewldanên heyî yên bo yekxistina hêzên pêşmerge û metirsiyên dubare serî hildana terorîstên DIŞIê hatekirin.

Her di heman civînêde şanda Brîtanî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên leşkerî yên Brîtanî di çaroveya hevpeymaniya cîhanî de bo hêzên pêşmerge kiriye.

Ew şanda Brîtanî duhê li gel Serok Barzanî û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiya bû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.